7’EMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD RONAHÎ BAWER A GOVENDÊ LI QAMIŞLO BI RÊ VE DIÇE

Rojava Tv
1 Min Read

 

7`emîn Festîvala Şehîd Ronahî Bawer a Govendê di bin dirûşma “Her Govendek Çîrokeke û Her Çîrokek Dîrokeke” duh li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Di Festîvalê de şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û komên govendê beşdar bûn.

Festîval bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre axaftin hatin kirin û hate gotin, çalakiyên weha rihê pêkvejiyanê geştir dikin.

Her wiha Koma Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê weke diyarî govendek pêşkêş kirin, ji bilî wê jî 6 komên din bi govendên gelêrî berhemên xwe pêşkêşkirin.

Di festîvalê de 23 komên govendê cihê xwe digrin û dê festîval ji bo dema 3 rojan berdewam bike.

Share This Article