ROJNAMEYA RONAHÎ 14 SAL JI TÊKOŞÎNÊ LI DÛ XWE HIŞT

Rojava Tv
2 Min Read

Rojnameya Ronahî, yekem rojnameya Kurdî ye ku di di sala 2011’an de li Rojavayê Kurdistanê bi destpêkirina şoreşê re û di nava zextên rêjîma têkçûyî de dest bi weşana xwe kir.

yekem car jî Rojnameya Ronahî li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dest bi weşana xwe kir.

îro vê rojnameyê 14 salên tijî tekoşîn û derxistina rastiyê li dû xwe hişt û di nava van 14 salan de karîbû bibe dengê pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Tevî zextên hikumeta Şamê di sala 2011’an de, li Rojavayê Kurdistanê yekemîn rojnameya Kurdî ya bi navê Ronahî, li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dest bi weşanê kir.

Ta roja îro, Rojnameya Ronahî 14 sal ji têkoşîn û xebata netewî tijî kirin û di mejiyê her kurdekî Rojava de çanda welatperweriyê bi cî kir.

Têkildarî salvegera 14’an a damezirandina rojnameyê, Rêvebera Navenda Nûçeyan a Rojnameya Ronahî Bêrîvan Xelîl ji Rojava tv re axivî.

Bêrîvan Xelîl tekez kir ku tevî hemû şert û mercên di Sûriyê de, rojnameyê karê xwe berdewam kir û muhra xwe li dîroka rojamgeriya Kurdî da.

Ji aliyê xwe ve, Endamê Rêveberiya Rojnameya Ronahî “Ebdilrehman Mihemed” diyar kir ku rojnameya Ronahî her dem şopdarê rastiyê bû û dê li ser wê yekê bimîne.

Rojmaneya Ronahî ku yekemîn saziya ragihanda Kurdî di Rojavayê Kurdistanê de bû, di vegotina êş û azarên gelê herêmê ji raye giştî re bi ser ket. Her weha ji bo civaka Sûrî ragihand ku rojnameyek dikare bibe dengê heqîqetê.

Share This Article