Rojnamevan û endamên saziyên çapemeniyê yên Şengalê êrişa li dijî wesayîta Tîma ÇIRA TV û ÇIRA FM a Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Rojanemvanan di daxuyaniyê de bang li aliyên têkildarî kirin ku ji bo parastina rojnamevanan tedbîrên guncaw bigirin.
Her wiha rojnamevanan êrişa li dijî wesayîta ragihandinê ku tê de tîma ÇIRA TV û FM ya Şengalê hebû bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ev kiryar binpêkirina tevahî nirxên mirovahî û exlaqî ye.
di dawiya daxuyaniya xwe de Rojnamevan û endamên saziyên çapemeniyê gotin êriş li dijî rojnamevan, azadiya nêrîn û mafên mirovan di wergirtina agahiyan de ye û teqez kirin ku ew ê li dijî tevahî şêweyên tundî û terora li dijî rojnamevanan bisekinin.
ROJNAMEVAN Û SAZIYÊN ŞENGALÊ ÊRIŞÊN LI DIJÎ ROJNAMEVANAN ŞERMEZAR KIR
