Rêxistinên jinan li kantonên Cizîr û Reqayê ji bo şermezarkirina komkujî û kiryarên hovane yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyîd ên Helebê de daxuyaniyên cûda dan.
Di daxuyaniyan de bang li hemû rêxistinên mirovî û navnetewî hate kirin ku hewlên xwe ji bo eşkerekirina rastiyê û piştgiriya gel zêde bikin.
Çekdarên Hikumeta veguhêz a Sûriyê bi desteka çeteyên dewleta Tirk û yên DAIŞ’ê di 6’ê Çileyê de bi awayekî tund û hovane êrîşî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zeyîd ên Helebê kir.
Li beramberî van êrîşên dijmirovî şêniyên bakur û rojhilatê Sûriyê her di nava çalakiyan de ne.
Li aliyekî din jî Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya a Bakur û rojhilatê Sûriyê ji bo şermezarkirina kiryarên hovane yên li dijî taxên Helebê bi daxuyaniyekê şermezar kirin.
Bi dehan ji endamên Koordînasyonê, saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Ermancgirtina sivîlan, mal û avahiyên xizmetguzarî sûcekî şer e û binpêkirineke giran a zagonên navnetewî yên mirovî ye.
Her wiha gotin, tiştê ku hikûmeta veguhêz û dewleta Tirk li ser van taxan ji kuştin û koçberkirin bi kurdên li wir kirin, bi mebesta qirkirinê ye.
Koordînasyonê di dawiyê de bang li konseya ewlehiyê ya NY kir ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û exlaqî yên derbarê van binpêkirin û tawanên li dijî gelên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û saziyên sivîlan de pêk bînin.
Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê jî bi beşdariya endamên Koordînasyonê, meclîsên sivîl û tevgerên jinan, her wiha nûnerên Rêveberiya Xweser, li ber avahiya Meclisa Gel a bajarê Qamîşloyê daxuyaniyek da.
Destpêkê şehîdên rûmetê û yên çalakiya fedayî li daxistin, bi bîr anîn û soza şopandina riya wan nûkirin.
Her di daxuyaniyê de hate gotin, êrîşên ku li dijî jin, Zarok, xwediyê temen mezin ve li taxên Helebê hate kirin, li dijî pîvanên exlaqî û mirovî ne.
Her wiha hat piştrast kirin ku kuştin û koçberkirina bi darê zorê ya niştecihên van taxan jenosîdeke bi hemî aliyên xwe ye.
Di dawiyê de koordînasyonê banga li hemû rêxistinên mirovî û navnetewî kir ku hewlên xwe ji bo eşkerekirina rastiyê û piştgiriya gel zêde bikin.
