RÊXISTINÊN CIVAKA DEMOKRATÎK KOMKUJIYÊN DI DERHEQÊ ELEWIYAN DE ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêxistinên civaka demokratîk yên Kantona Reqayê bi daxuyaniuekê komkujiyên di derheqê Elewiyan de şermezar kirin.

Rêxistinên civaka demokratîk di daxuuaniyê de diyar kirin, piştî 3 mehan ji hatina desthilata nû ya Şamê rengê demokratiyê tê de nayê xuyakirin.

Rêxistinên civaka demokratîk anîn ziman ku desthilata Şamê hemû pêkhateyên Sûriyê ji pêvajoyên siyasî yên Sûriyê dûr xistiye.

Her wiha gotin, em komkujiyên ku li beravên Sûriyê pêk hatine bi tundî şermezar dikin, divê desthilata Şamê bi erkê xwe rabe û sûcdar werin cezakirin.

Rêxistinên civaka demokratîk yên kantona reqayê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kirin ku divê civaka demokratîk û rêxistinên mafên mirovan li hember kiryaran bêdeng nemînin.

Share This Article