Li kantona şehbayê tevî şert û mercên zehmet, êrîşên dagirkeriya tirk û dorpêça hikûmeta şamê lê peymangeha Şehîd Viyan amara deriyê xwe ji xwendkaran re vedike.
Peymangeha Şehîd Viyan Amara ji bo sala nû ya xwendinê xwendekaran pêşwazê dike.
Xwendekar ji bo tomarkirina navên xwe serî li peymangehê didin. heta niha hijmara xwendekarên ku navên xwe tomar kirine gihştiye 153 xwendekaran.
Rêveberê Peymangeha Şehîd Viyan Amara Hesen Mihemed Osman behsa sala nû ya xwendinê dike.
Xwenekara bi navê Afrîn Hec Ebdo kêfxweşiya xwe anî ziman û got, tevî şert û mercên zehmet yên koçberiyê lê ew xwendina xwe dewam dikin.
Ji ber ku hêvî namire û her de vîn bi serdikeve, koçberên efrînê li warê koçberiyê li ber xwe didin û ji bo vegerê jiyana xwe bi vîneke xurt dewam dikin.
