Rêxistina Stêrk a Zarokan bi daxuyaniyekê kuştina zarokê efrînî yê 5 salî şermezar kir.
Bi dehan ji zaorkên Rêxistina Stêrk û zarokên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê beşdarî daxuyaniyê bûn.
Di daxuyaniyê de kuştina zarok Ehmed Hîlal ê 5 salî şermezar kirin.
Her wiha hate gotin ku ew dixwazin bi ewlehî û parastî jiyan bikin; Her wiha banga hesabpirsîn ji sûcdaran hate xwestin.
Daxuyanî bi berzkirina siloganên ” Na Ji Kuştina Zarokan re ” bi dawî bû
