Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan beşa Kobanê bi daxuyaniyekê tundî li ser dayîkekê li Til Eranê şermezar kir.
Rêxistinê da xuyakirin ku Her bikaranîna tundûtûjî an jî heqaretê li dijî jin an sivîlan, binpêkirina prensîbên mafên mirovan ên bingehîn e û di tu şert û mercan de nayê rewakirin an jî qebûlkirin.
Rêxistina Sara bang li rayedarên pêwendîdar kir ku lêpirsînek lezgîn, zelal û serbixwe bidin destpêkirin da ku rastiya bûyerê eşkere bibe.
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan beşa Kobanê tekez kir ku parastina jinan, parastina rûmeta wan û rêzgirtina li mafên mirovan berpirsiyariyên hemû saziyên dewletê ne.
