Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, ji bo kêmkirina tundiyê û hişyarkirina civakê berdewam di nava xebatê de ye.
Rêvebira Rêxistina Sara Nisriya Mehmûd ji Rojava TV re behsa karûxebatên xwe dike.
Hevdemî zêdebûna amarên tundiya li dijî jinan, rêxistinên jinan ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo rêlibergirtina tundiyê bazava xwe xurttir dike.
Di wê çarçoveyê de, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, roja 1’ê Tîrmehê bi dirûşmeya “Em hêvî ne..Em aştî ne” pêngaveke du mehî ragihand.
Rêxistin bi berdewamî zagonên malbatê ji civakê re şîrove dike. Her wiha semînerên geşkirina asta rewşenbîriyê saz dike.
Rêvebira Rêxistina Sara Nisriya Mehmûd ji Rojava TV re behsa karûxebatên xwe dike. Her wiha Nisriya Mehmûd diyar kir ky, ew hewl didin li hemû deveran navendên xwe vekin, da ku bikarin xwe bighînin hemû jinan.
Li gorî amarên ku Rojava TV taybet ji Rêxistina Sara wergirtine, di her 6 mehên destpêka îsal de li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 58 jin rastî lêdanê hatine û 24 rewşên xwekuştinê jî hatine tomarkirin.
Her wiha 7 jin jî hatine kuştin.
