Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ya Sûriyê ji bo nirxandina geşedanên dawiyê, civînek li bajarê Hesekê li dar xist.
Civînê bi beşdariya bi sedan xwendekaran li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê dest pê kir.
Di civînê de li ser navê Yekitiya Xwendekarên Welatparêz axaftin hate kirin û bi hûrgilî geşedanên dawiyê ji xwendekaran re hatin vegotin.
Her wiha mijarên weke çarenûsa herêmê ber bi ku ve diçe û divê xwendekar di Sûriya nû de roleke çawa bilîzin, hatin gotûbêjkirin.
Civîn bi nêrîn û pêşniyarên xwendekaran bi dawî bû.
YEKÎTIYA XWENDEKARÊN WELATPARÊZ LI QAMIŞLO REWŞA DAWIYÊ NÎQAŞ KIR
