RÊXISTINA NÛDEM JI BO KESÊN ASTENGDAR ÇALAKIYEK LI QAMIŞLO LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dirûşmeya “Jinên bi îrade Serbilindiya Civakê û Lêdana Hêviyê ne” Rêxistina Nûdem bi hevkariya meclisa Jinan a Şaredariya Gel a Qamişlo, ji bo kesên astengdar çalakiyek li Qamişloyê li dar xist.

Di çalakiyê de Piştî axaftinên bi xêrhatina mêvanan, sinifizyonek li ser çîrokên serkeftina jinên astengdar ên ji herêmên cûda hate pêşkêşkirin û li ser gelek çîrokên jinên astengdar nîqaş hatin kirin.

Di dawiya çalakiyê de, deh jinên astengdar bi mertalên bîranînê li ser îsbatkirina hêz û îradeya xwe hatin xelatkirin.

Share This Article