RÊXISTINA NÛDEM ÇALAKIYAN JI BO KESÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET LI DAR DIXE

Rojava Tv
2 Min Read

Navenda Rêxistina Nûdem a ku beriya çend rojan li taxa Şêxmeqsûda Şerqî ya bajarê Helebê hatiye vekirin, ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet çalakiyên cur be cur li dar dixe.
Navend di çalakiyan xwe de lîstok, xwendina bi zimanan, wênekêşî, xwendina hejmaran û hwd fêrî wan kesan dike.

Alîkariya kesên xwedî pêdiviyên taybet û xistina wan di nav civakê de; karekî exlaqî û hêja ye, da ku ew hîs bikin ku ew jî beşekî bingehîn ya civakê ne.

Têkildarî wê, Navenda Rêxistina Nûdem a ku beriya çend rojan li taxa Şêxmeqsûda Şerqî ya bajarê Helebê hatiye vekirin, ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de, lîstokên cur be cur, xwendina bi zimanan, wênekêşî, xwendina hejmaran û hwd hatin lidarxistin.

Ji bo agahiyên berfirhetir li ser karê navendê û alîkariyên din ku ji bo van kesan tên pêşkêşkirin, kamîreya Rojava TV li gel rêvebera navendê, hevpeyvînek pêk anî.

Meryem Şêx Qenber bang li rêxistinên mirovî kir ku bi wan re hevkariyê bikin da ku gavên giring di pêşveçûna xebata mirovî de bavêjin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bilî rêxistina Nûdem bi dehan rêxistinên din hene ku li ser derûnnasî û fîzîkiya zarok û kesên xwedî pêdiviyên taybet kar dikin. Armanca sereke ku ev sazî li ser erê dikin, ew e ku kesên xwedî pêdiviyên taybet jî mafdar in ku weke kesên asayî jiyana xwe berdewam bikin.

Share This Article