Şêniyên bajarê Qamişlo 192 şehîdên mehên Nîsan û Gulanê yên ku di cih û demên cuda de şehîd bûne, li goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr anîn.
Merasîma bîranînê, bi amadebûna bi sedan ji malbatên şehîdan bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan dest pê kir.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan hate dayîn.
Malbatên şehîdan ên ku di merasîmê de amade bûn diyar kirin ku bi fedekariya şehîdan dîrok hat nivîsandin û pêşeroja gelê azadîxwaz hat ronîkirin.
