Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê û koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku li kampa Tebqayê dimînin, di daxuyaniyekê de dizîna zeytûnan li Efrînê û binpêkirinên dubare yên li dijî sivîlan şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Demsala zeytûnan li herêma Efrîna dagirkirî rastî talankirin û diziyê tê. Li gel ku xwediyên zeviyan belgeyên têkildar pêşkêş kirine, lê dîsa ew nikarin zeytûnên xwe serbest biçinin û ji diziyê biparêzin.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komîteya ku navê “Komîteya Aborî” lê tê kirin, şertên ne gengaz li ser xwediyên baxçeyên zeytûnan ferz dike da ku berhemên wan bi rêyên din bidize.
Di dawiyê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bang li rayedarên pêwendîdar kir ku destwerdanê bikin.
