Roja 5’ê vê mehê kongreya yekemîn a Parastina Mîrasa Madî û Nemadî li bajarê Reqayê hat lidarxistin û 3 rojan dewam kir.
Kongre bi sponseriya zanîngeha Şerq û bi beşdariya nûnerên pêkhatyên herêmê, şûnwarnas û akademisyenan hat lidarxistin.
Di kongreyê de pêkhateyên herêmê berhemên çandên xwe yên kevnar ku nûnertiya dîroka wan dike, pêşkêş kirin.
Her wiha nîqaş li ser dewlemendiya çandan ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin.
Rewşenbîrên Tebqayê lidarxistina kongreya navneteweyî weke gaveke girîng ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kirin.
REWŞENBÎRÊN TEBQAYÊ: LIDARXISTINA KONGREYA MÎRASÊ GAVEKE GIRING BÛ
