REWŞENBÎRÊN HERÊMÊ DAXWAZA BIDAWÎKIRINA TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER OCALAN DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rewşenbîrên ji bajarê Hesekê tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan red kirin û tekez kirin ku cezayên dîsplînê , li dijî zagon û pîvanên mafên mirovan in.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî û CPT kirin ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bikin .

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike, Rêxistinên mirovî û zagonî di serî de CPT  li hemberî tecrîdê û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê bêdengin .

Li hember siyaseta ku dewleta Tirk dide meşandin, nerazîbûnên tund derdikevin holê .

Têkildarî mijarê Rewşenbîrên ji bajarê hesekê destnîşan kirin ku cezayên dîsplînê yên li dijî rêber Abdullah Ocalan tên birîn, li dijî zagon û pîvanên mafên mirovan in.

Her wiha Rewşenbîran bang li rêxistinên mirovî û CPT kirin ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bikin û bi erkên xwe rabin .

Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê bi daxuyaniyekê tekez dike ku, Heta ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê  ji holê ranebe, çareserkirina pirgsirêka kurdî û xizanî, birçîbûn, koçberî, penaberî, xerabûna çandî, pirsgirêka jinan û xerakirina ekolojiyê yên girêdayî wê, ne pêkan e .

Share This Article