Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê di çarçoveya rêzeçalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan de, şevbêrkek helbestan li dar xist.
Şevbêrk li hola navenda Horî ya Çand û Huner ya navçeya Amûdê hat li dar xistin.
Bi dehan helebestvan, Endamên Yekîtiya Rewşenbîran û Endamên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM beşdarî şevbuhêrkê bûn.
di şevbuhêrkê de helbestvanan bi helbestên xwe berxwedaniya Rêber Apo di nava dîwarên girtîgeha Îmraliyê de silav kirin û bi tundî komploya navneteweyî şermezar kirin.
Beşdarên şevbuhêrkê soza pêşxistina hunera netewî dan û bang li hemû helbestvan û wêjevanên kurdistanê kirin ku xwedî li Rêberê Mirovahiyê Rêber Abdullah Ocaloan derkevin.
REWŞENBÎRÊN CIZÎRÊ JI BO 15’Ê SIBATÊ ŞEVBÊRKEKE HELBESTÎ LI DAR XISTIN
