Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser îro bi civînekê zagona dijberiya paqijkirina pereyên ne rewa pesend kir.
Rêveberiya Xweser vê sibehê ji bo nîqaşkirina pesendkirina zagonê civînek li dar xist û endamên encumenê beşdarî civînê bûn.
Zagona dijberiya paqijkirina pereyan ji 66 madeyan pêk tê û dê rê li pêşiya belavbûna pereyên ne rewa bigre.
Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser aşkere dike ku di demên şeran de pereyên ne- rewa zêde belav dibin û pêwîst e rê li pêşiya wê bê girtin.
Her wiha beşdaran çawaniya rêlibergirtinê û derxistina yasayên taybet nîqaş kirin.
Di dawiyê de zagona taybet bi dijberiya paqijkirina pereyên ne rewa hate pesendkirin.
