Rêveberiya Xweser ya kantona Dêrazorê navendeke wergirtina pembûyê cotkaran li kantonê vekir û dest bi wergirtina berhem kir.
Rêveberiya xweser a herêma bakur û rojhilatê sûriyê ji 7’ê cotmehê ve dest bi wegirtina pembû ji cotkaran dike.
Di wê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser navendeke xwe ya wergirtina pembû li kantona Dêrazorê jî vekir.
Dawiya meha derbasbûyî Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser diyar kiribû ku dê her toneke pembû bi 600 dolarî ji cotkaran bikire.
RÊVEBERIYA XWESER NAVENDEKE WERGIRTINA PEMBÛ LI DÊRAZORÊ VEKIR
