DÎLGIRTÎ ÇÎROKÊN DI NAV DÎWARÊN ZINDANÊ DE VEDIBÊJIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêwan Osman xortek ji wan xortan e ku di zindanên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê de hatibû girtin û şeva borî li 99 hevalên xwe hatiye berdane.

Rêwan ji Rojva tv re behsa zehmetiyên xwe û kêliyên li nava zindanê dike û ji girtiyên din re azadiyê dixwaze.

Piştî 2 mehan ji girtinê û di nav êş û lêdanê de, Rêwan Osman duh ji zindana Dêrazorê derket û çavên malbat xwe bi hatina xwe ronî kir .

Rêwan osman ku ew jî yek ji kesên dîlgirtî bû, şeva borî li gel 99 dîlgirtiyî din hatin berdan û gihêştin herême.

Di hevdîtineke taybet de, Rêwan ji Rojva tv re behsa zehmetiyên xwe û kêliyên li nava zindanê dike.

Dayika Rêwan jî dibêje ez kêfxweş im lawê min hat. Hêviyê min ew e ku hemû dîlgirtî werin berdan.

Duh mîna Rêwan gelek xortên Kurd hatin berdan.

Piştî ku bi meh û salan agahî ji wan qut bibûn, lê caraek din vegeriyan nava malbatên xwe û dilê xizmên xwe geş kirin

Share This Article