RÊVEBERIYA XWESER: DAGIRKERIYA TIRK KOMKUJIYÊN DI ASTA SÛCÊN ŞER DE PÊK TÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

rêveberiya xweser a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya Tirk yên li dijî sivîlan li bandava Tişrînê şermezar kir û bang li hêz û rêxistinên navdewletî kir ku qanûnên xwe yên tên binpêkirin, biparêzin.
rêveberiyê di daxuyaniya xwe de got: ”Dewleta Tirk a dagirker û bêbext û çeteyên xwe careke din bi balafirên bêmirov û şer komkujiyên di asta sûcên şer de pêk tînin.
Rêveberiya xweser di dewama daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku Gelê herêmê yê ji bo parastina tevahiya cîhanê ji rêxistina terorîst a herî xeter ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirt, 12 hezar şehîd dan.
rêveberiyê destnîşan kir ku Tişta ku dewleta Tirk îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi taybet li Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaqê û aramanckirina welatiyan, li gor qanûnên navdewletî sûcên şer in.
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, sûc û êrişên rasterast li dijî gelê me, şermezar kir û bang li hêz û rêxistinên navdewletî kir ku qanûnên xwe yên ji hêla dagirkeriya Tirkiyê ve tên binpêkirin, biparêzin û bi cîh bînin.

Share This Article