RÊVEBERIYA XWESER AVAKIRINA PIRA DÛLAB EL IWÊS Û RÊYA UMRAN YA HESEKÊ DIDOMÎNE

Rojava Tv
1 Min Read

Şaredariya gel a bajarê Hesekê bi xebateke birêkûpêk avakirina pira Dûlab Eliwês û rêya Umran berdewam dike.
Rêveberê komîteya çavdêriyê Ehmed Ebdulrehîm diyar kir ku, lêçûna projeyê 329 hezar dolarên amerîkî ye.

Tevî êrîşên dewleta tirk a dagirker û dorpêça li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyayê, rêveberiya xweser ji bo belavkirina aştiyê û pêkanîna pêdiviyên welatiyan her tim di nava xebatê de ye.

Di wê çarçoveyê de, şaredariya gel a bajarê Hesekê bi xebateke birêkûpêk avakirina pira Dûlab Elewês û rêya Umran berdewam dike.

Rêveberê komîteya çavdêriyê Ehmed Ebdulrehîm diyar kir ku, lêçûna projeyê 329 hezar dolarên amerîkî ye.

Her wiha Ehmed Ebdulrehîm da zanîn, giringiya vê projeyê ku Başûrê Hesekê bi navenda bajêr ve girê dide.

Şaredariya gel a bajarê Hesekê beriya projeya avakirina pira Dûlab Eliwês û rêya umran, rêya di navbera çerxereya cûdî û çiyayê risas de bi giştî çeksaz kir.

Share This Article