”Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” ji bo danasîna namzetên xwe û aşkerakirina bernameya xwe ya hilbijartinê bi xelkê Qamişloyê re civiya.
Namzetên ”Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” ya şaredariya bajarê Qamişlo bi xelkê taxa Hîlaliyê re civiya û belavokên li ser bernameya hilbijartinê belav kirin.
Di civînê de namzetê ji bo hevserokatiya şaredariya Qamişlo Sitêfo Îşûh bal kişand ser armanca hevbeniyê di bernameya hilbijartinê de û karên piştî serketina wê di hilbijartinan de pêşkêş bike.
Namzetan li xwestekên xelkê yên sereke guhdar kirin; mîna sererastkirina rêyan, peydakirina ava vexwarinê, avakirina kanalîzasyonan, rêxistinkirina firehiya avahiyan û rêxistinkirina sûkan.
beşdarên civînê diyar kirin ku her çendî dagirkeriya tirk êrîşan pêk bîne; ew ê hilbijartinê xwe pêk bînin û demokrasiyê misoger bikin.
