RÊVEBERIYA SIVÎL A DÊRAZORÊ SERSAXÎ DA MALBATA HEMÛD EL HEMDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Şandeke rêveberiya Sivîl a Dêrazorê sersaxî da malbata Hemûd El Hemdan ku li ser destê nijadperestên ‎Tirk hatibû qetilkirin.‎
Konê sersaxiyê li bajarokê dehla yê dêrazorê li ber mala wî hatibû danîn.‎
Şande ji hevserokatiya encumena cîbicîkar, hêzên ewlekariya hundirîn û meclisa herêma bakur ve pêk ‎hat.‎
Şandeyê li bin konê sersaxiyê diyar kir ku qetilkirina hemûd yek ji rêzesûcên dagirkeriya tirk derheqê ‎xelkên herêma bakur û rojhilatê sûriyê de ye û piştgiriya xwe jî bi malbatê re nîşan da.‎
Şandeya rêveberiya sivîl a dêrazorê bang li gelê herêmê yên ku penaber bûne kir ku vegerin welatê ‎xwe û tekezî bi piştgiriya rêveberiya xweser ji tevahî gelê herêmê re kir.‎
Roja sêşema borî 3 nijadperestên tirk li herêma sêrîk a bajarê entaliya yê tirkiyê êrîşî hemûd el hemdan ‎kirin û ew qetilkirin, doh jî cenazeyê hemûd li dêrazorê hate oxirkirin.‎

Share This Article