Desteya Ciwan û Werzîşê di Rêveberiya Xweser de bi beşdariya tîmên ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, matça vekirina Şampiyona lîstika futbola jinan li bajarê Reqayê li dar xist.
Tûra ku 6 tîm ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarê bûn, ji aliyê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser Emîna Mihemed ve hat vekirin.
Matç di navbera tîmên Kobanê, Girê Spî, El-Cezîre û Reqayê de li stadyûma El-Sedaqa ya bajarê Reqayê pêk hat û gelek kesên ji bajarê Reqayê tevlî matçê bûn.
Tîma Kobanê bi 9 golan tîma Girê Spî têk bir û tîma El-Cezîrê jî bi 5 golan li hember tîma Reqayê biser ket.
ROJAVA TV ev çalakî şopand bû û bi rêveberê ofîsa futbolê ya herêma Firatê Mihemed Ramî û kotçê tîma Cezîrê Îbrahîm Mehmûd El-Elî re hevdîtin kir.
Hêjayî bibîrxistinê ku piştî rizgarkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê ev yekemîn turnuvaya ku ji bo jinan tê dest pê kirin.
