RÊVEBERÊN JIN BERXWEDANA YPJ’Ê YA LI ENIYÊN BERXWEDANÊ SILAV KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberên jin ên saziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana Yekîneyên Parastina Jinê YPJ ya li eniyên berxwedanê silav kirin û gotin, YPJ sembola şoreşa “jin jiyan azadî” ye.Yekîneyên Parastina Jin YPJ ji damezrandina xwe ve û heta niha, li hember êrîşên li ser jinan her wiha êrîşên ku gefan li herêmê dixwe berxwedaneke dîrokî dimeşîne.

Di her şerê ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas bûye, YPJ muhreke mezin li berxwedan û serkeftinê daye.

Berdevka Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo şervanên li çeperan silav kir û got, ypj sembola şoreşa “jin jiyan azadî” ye.

Share This Article