LI QAMIŞLO PANELEK DERBARÊ NASNAMEYA KURDÎ DI REŞNIVÎSA DESTÛRÊ DE HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Tora Rojnamevanên Kurd ên Sûrî, paneleke diyalogê bi navê “Nasnameya Kurdî Di reşnivîsa Destûra Sûrî de ” li bajarê Qamişlo li dar xist.

Panel li hola semîneran a Zanîngeha Rojava hate lidarxistin û tê de hejmarek rewşenbîr, hiqûqnas, xwendekarên Zanîngeha Rojava û hejmarek rojnemevan beşdar bûn.

Panel ji aliyê pisporê mijarên destûrî û pergalên birêvebirinê Dr. Zeydûn El-Zu’ibî ve hate dayîn û tê de li ser hebûna nasnameya Kurdî di destûra Sûriyê de û mekanîzmeya amadekirina destûran li gorî serdemên ku Sûriyê tê re derbas bûye; nirxandin kir.

El-Zu’ibî di axaftina xwe de tekez kir ku destûra heyî, aloziya Sûriyê zêdetir dike û ne li gor hêviyên gelê wê ye.

Di dawiya panelê de deriyê nîqaşan li pêş beşdaran hate vekirin da ku nêrînên xwe bînin ziman û bi hev re nîqaş bikin.

Share This Article