RÊVEBERÊN HERÊMA FIRATÊ DAGIRKIRINA GIRÊ SPÎ Û SERÊ KANIYÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ji bo salvegera çaremîn a dagirkirina bajarê Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dagikeriya Tirk û çeteyên wê ve, rêveberên herêma Firatê dibêjin ku dagirkeriya Tirk hewl dide hin herêmên din jî dagir bike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê 9 cotmeha 2019’an dest bi êrîşên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî kirin.

Di encama êrîşên dagirkeriyê û çeteyên wê yên li dijî bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî de zêdetirî 300 hezar kes koçber bûn û mal û milkên wan hatin talankirin.

Têkldarî mijarê hevseroka desteya jin Jiyan Derwîş ji Rojava Tv re got ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji dagirkirina herêmên me guhertina demografîk e.

Ji aliyê xwe ve hevserokê encumena cîbicîkar Mihemed Şahîn jî got ku ji roja dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ve êrîş li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyane.

Tevî ev 4 sal di ser dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî re derbas dibin, hîna jî dagirkerî siyaseta guhertina demografîk li wan herêman didomîne.

Share This Article