RÊVEBER Û RÛSPIYÊN MINBICÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN BERXWEDANA XELKÊN DÊRAZORÊ

Rojava Tv
2 Min Read

7 roj in hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî bi berdewanî gundewarên Rojhilatê kantona Dêrazorê yên ku tijî sivîl in, topbaran dikin.

rêveber û rûspiyên kantona minbicê jî piştgiriyê didin berxwedana xelkên Dêrazorê û QSD’ê ya li dijî êrîşên hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî..

Ev 7 roj in hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî bi berdewanî gundewarên Rojhilatê kantona Dêrazorê yên ku tijî sivîl in, topbaran dikin.

Herî dawiyê duh hêzên hikûmeta Şamê û çekdarên girêdayî wê bajarokên Ebû Hemam, Kişkiye û derdora bajarê Bisêra yê rojhilatê kantona Dêrazorê topbaran kirin û di encamê de jinek şehîd û 14 kes jî birîndar bûn.

Xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li hember êrîşan derdikevin û piştgiriya berxwedana xelkên Dêrazorê û şervanên QSD’ê dikin.

Berpirsa buroya parastina zarokan ya kantona Minbicê Sena Receb destnîşan kir ku bi dehan zarok bûne qurbaniyên êrîşan û divê sînorek ji van kiryaran re were danîn.

Ji aliyê xwe ve yek ji rûspiyên Qebîleya Benî Seîd Fehed Şilaş da xuyakirin ku ew wekî rûspî û xelkên kantona Minbicê her dem li kêlek hêzên QSD’ê ne.

Ji ber êrişên hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên ji êvara roja Sêşemê ve û heta niha yên li dijî gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê de 14 kes şehîd û 26 jî birîndar bûne.

Share This Article