Bi boneya salvegra 40’emîn a pêngava 15’ê tebaxê, Rêveber û Endamên Kombûna Jinên ya Zenûbiya ya kantona Minbicê ji Rojava tv re axivîn û diyar kirin ku ev pêngav ji bo gelê kurd gaveke girîng û bi wate bû..
Di dîroka gelê kurd de roja 15’ê Tebaxê di nava rojên din ên salnameyê de,rojeke biheybet,berz û tolhildêr e.
Ji ber ku di 15’ê Tebaxa sala 1984’an de fermandarekî kurd yê APOyî yê bi navê Egîd (Mahsûm Korkmaz) ji bo cara yekemîn di dîroka tevgera azadiya gelê Kurd de li navçeya Dihê ya bakurê Kurdistanê yekem fîşek li dijî dewleta Tirk a dagirker teqand.
ji lewra pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê jiyaneke nû ji bo gelê Kurd nivîsand ku êdî dagirkerî, koletî û kuştin tê de tune ye.
Derbarê mijarê de,Rêveber û Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê ji Rojava TV behsa bandora roja 15’ê tebaxê kirin û cejna vejînê pîrozkirin.
Her wiha Rêveber û Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya gotin,ku ev pêngav ji bo gelê kurd gaveke girîng û bi wate bû.
îro jî wê gelê kurd û dostên wan li seranserî cîhan,kurdistan,û herêmê roja vejînê, roja 15 tebaxê bi rehekî germ û coşeke mezin pîroz bikin.
