Kongreya yekemîn a Navnteweyî ya Parastina Mîrasa Madî û Nemadî li Reqayê ji aliyê Zanîngeha Şerq û Rêveberiya Xweser ve hate destpêkirin.
Bi dehan endam û rêvebirên zanîngehê, nûnerên Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê beşdarî kongreyê bûne. Her wiha kesayetên ji derve jî dê bi rêya zoomê beşdar bibin.
Ji bo nîşandana mîrasa pêkhateyên Ereb, Kurd, Asur û Armen 4 kon li qada zanîngehê hatine vedan.
Di roja yekemîn de mijarên sereke yên weke bandora şerê çekdarî li deverên şûnwarî, bazirganiya elektronîk a bi milkên çandî li Sûriyê û çend mijarên din ji aliyê pisporan ve têne nîqaşkirin.
Li gorî komîteya amadekar dê kongre bi berdewamkirina nîqaşan 3 rojan dewam bike û bi encamnameyekê jî bi dawî bibe.
KONGREYA PARASTINA MÎRASA MADÎ Û NEMADÎ LI REQAYÊ BI RÊ VE DIÇE
