Şaredariya Gel a bajarê Hesekê xebatên xwe yên projeya nûjenkirina bazara taxa Muftî ku di 22’ê Tîrmehê de dest pê kiribû didomîne.
Di qonaxa yekem de, qîra kevin hat rakirin, xetên avê û torê kanalîzasyonê hatin nûkirin.
Di Qonaxa duyemîn de, şarederiyê kevirên hûr danîn û rast kirin, valhiyên çandina daran dagirtin û stûnên ronîkirinê danîn.
Qonaxa sêyemîn, ku vê dawiyê dest pê kir, peyare tên dagirtin û danîna kevirên reş li ser rê tên danîn.
Li gorî şarederiyê, lêçûna projeyê ta niha 200 hezar dolarên Emerîkî derbas kriye.
