RAMANÊN RÊBER APO DI DILÊ HEMÛ AZADÎXWAZAN DE CIH GIRTIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Ji sala 1999’an ve tecrîdeke giran li dijî Rêber Apo tê meşandin, lê fikr û ramanên Rêbertî di nava gel de her zindî ye.

Hevserok û Rêveberên PYD’ê yên kantona reqayê, ji Rojava Tv re behsa girîngiya felsefeya rêber apo û bandorên wê yên erênî yên li ser civakê dikin.

Hevserokê PYD yê kantona Reqayê Menaf El- Mûsa dibêje, fikrê rêbertî dîwarên zindanê û sînor derbas kirin û di dilê her kesekî azad de cih girt.

Rêveberê Komîteya Perwerdê yê PYD’ê yê Reqayê Besam El Hemed jî got, fikrê Rêbertî mafê hemû civakan di nava xwe de parastiye.

Gelê azadîxwaz ku li ser fikr û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirine û ji ramanên Rêbertî bêhna azadiyê kirine, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her têdikoşin û banga azadiya Rêbertî dikin.

Share This Article