BI NÊZHATINA CEJNA QURBANÊ RE BAZARA KOBANÊ HÊDÎ HÊDÎ TÊ DAGIRTIN

Rojava Tv
2 Min Read

Bi nêzhatina cejna Qurbanê xelk li herêmê bi coş amadekariyên xwe dikin.
Di nava atmosfereke bi coş û xemilandina bazarê bi cureyên şêraniyê de, xelkên Kobanê pêşwaziyê li cejnê dikin.

xelkên Kobanê dibêjin her çendî kiriste buhabin, ew ê zarokên xwe kêfxweş bikin.

Bi nêzhatina cejna Qurbanê ku di nava xelkên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi cejna mezin tê naskirin, xelk li herêmê bi coş amadekariyên xwe dikin.

Her çendî cudahî di navbera cejna Remezanê û ya Qurbanê ji aliyê buhabûna kiristeyan de hebe jî, lê dîsa bazara Kobanê di nava ewlehiyê de, bi xelkên wê hêdî hêdî tê dagirtin.

Di nava atmosfereke bi coş û xemilandina bazarê bi cureyên şêraniyê de, xelkên Kobanê pêşwaziyê li cejnê dikin û dibêjin her çendî kiriste buhabin, ew ê zarokên xwe kêfxweş bikin.

Li aliyekî din firoşkarên Kobanê dibêjin, tevî buhabûna nirxan , ew bi xelkê re dibin alîkarin û bi nirxekî li gorî karînên xelkê tiştan difiroşin.

Di nava adat û teqalîdên herêma Bakur ê Rojhilatê Sûriyê de di cejin Qurbanê de, her kes ji aliyê xwe ve qurbaniyan belav dike.

Zarok li şekiran digerin, mirov, cîran û kesên hawirde serdana hev dikin û xêrê ji hev re dixwazin.

Share This Article