QUTKIRINA AVA STASYONA ELOKÊ BANDOREKE NEYÎNÎ LI JIYANA WELATIYAN DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Hevseroka Rêveberiya Avê ya Kantona Hesekê Newar Sebrî dibêje, dewleta Tirk qutkirina ava stasyona Elokê weke kerteke fişarê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

Her wiha bang li rêxistinên mirovî dike ku destwerdanê bikin.

Ji dema dagirkirina bajarê Serê Kaniyê ve, dewleta Tirk a dagirker berdewam ava stasyona Elokê li ser welatiyan qut dike.

Bi qutkirina avê re jiyana zêdetirî milyonek mirovên ku li ser ava stasyonê dijîn, dikeve metirsiyê.

Derbarê qutkirina avê û bandorên wê hevseroka Rêveberiya Avê ya kantona Hesekê Newar Sebrî ji Rojava TV re axivî.

Newar Sebrî got, tevî ku Rûsya hewl dide mijarê çareser bike, lê heta niha ti tiştek nehatiye guhertin.

Stasyona Elokê, li rojhilatê bajarê Serê Kaniya dagirkirî dikeve, bi qasî 30 bîrên avê lê hene û rojane 175 hezar metre sêca av berhem dide.

Share This Article