Odeya operasyona ewlehiya domdar bi daxuyaniyekê ragihand ku qonaxa yekemîn a operasyonê bi paqijkirina derdora bajarê Holê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û di encamê de 47 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Operasyon îro di roja xwe ya 3’emîn de bi paqijkirina bajar û kampa Holê dewam dike.
Operasyona Ewlehiya Domdar ku QSD, YPJ’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo paqijkirina kampa Holê û derdora wê dabûn destpêkirin, di roja 3’yan de dewam dike.
Odeya operasyonê bi daxuyaniyekê ragihand ku qonaxa yekemîn bi paqijkirina derdora bajarê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û di encamê de 47 çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin.
Operasyon di roja 3’yemîn de bi paqijkirina bajar û kampa Holê dewam dike.
Şervanên ku beşdarî operasyonê bûne, ji Rojava TV re behsa giringiya operasyonê dikin.
Şervanan piştrast kirin ku, heta dawiyê ew ê ji bo mayîndekirina aramî û ewlekariya herêmê li ber xwe bidin. Piştî bidawîbûna qonaxa yekemîn a operasyonê, niha odeya hevbeş a operasyonê xebatên lêgerînê li kampa Holê ku weke metirsîdartirîn kamp di cîhanê de tê naskirin, didomîne.
