QEBÎLEYA IGÊDAT ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DÊRAZORÊ ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
2 Min Read

Derbarê êrîşên hêzên hikûmeta şamê û çeteyên dîfaa el wetenî li dijî dêrazorê de Qebîleya Igêdat , êşîra şiêtat û Şêx û rûspiyên herêma wista û bakurê dêrazorê daxuyaniyên cuda dan, piştgiriya xwe bi qsd’ê re nîşan dan û tekez kirin ku ew rê nadin ku êrîş herêmê ber bi fitne û şerê etnîkî ve bibin. ‎

Derbarê êrîşên hêzên hikûmeta şamê û çeteyên dîfaa el wetenî li dijî dêrazorê êl û qebîleyên dêrazorê ‎daxuyaniyên cuda dan, êrîş bi tundî şermezarkirin û piştgiriya xwe bi QSD’ê re tekezkirin.‎

Şêx û rûspiyên Qebîleya Igêdat derbarê de daxuyaniyek dan.‎
Di daxuyaniyê de êrîşên hikûmeta şamê û çeteyên dîfaa el wetenî li dijî dêra zorê şermezarkirin.‎
Her di daxuyaniyê de tekez kirin ku weke qebîleya Igêdat ew li dijî tevahî hewildanên bi armanca ‎têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina fitneyê di navbera pêkhateyên herêma bakur û rojhilatê sûriyê ‎ne.‎
qebîleya Igêdat diyar kir ku ji bo parastina herêmê ew li kêlek QSD’ê ne û bang li tevahî êlên li herêmê ‎kirin ku li derdora QSD’ê bicivin û êrîşan têk bibin.‎

Şêx û rûspiyên êşîra şiêtat jî daxuyaniyek dan û piştgiriya xwe bi QSD’ê re careke din tekez kir.‎
Eşîreya şiêtat di daxuyaniya xwe de destnîşan bi têkoşîna QSD’ê ya di têkbirina planên hêzên rêjîmê ‎yên bi armanca derxistina fitneyê kir û diyar kir ku qsd’ê her êrîşên ku lidijî herêmê pêk hatine têk ‎biriye. ‎
Eşîreya şiêtat tekez kir ew bi tevahiya şêx, rûspî û ciwanên êşîrê li pişta QSD’ê ne û amade ne parastina ‎herêmê bikin.‎

Şêx û rûspiyên herêma wista û bakurê dêrazorê jî êrîşên hikûmeta şamê û çeteyên dîfaa el wetenî li ‎dijî gundewarê bakurê dêrazorê ku di encam de şehîd û birîndar çêbûn şermezarkirin.‎
Şêx û rûspiyan gotin, ew rê nadin ku ev êrîş herêmê ber bi fitne û şerê etnîkî ve bibin. ‎
Şêx û rûspiyên herêma wista û bakurê dêrazorê careke din piştgiriya xwe bi QSD’ê re li dijî êrîşan ‎careke din tekez kirin.‎

Share This Article