QAMIŞLO.. SED SAL JI DÎROK Û BÎRANÎNAN DERBAS DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Sedsal li ser damezrandia bajarê Qamişlo ku wekî paytexta rojavayê kurdistanê tê naskirin, derbas dibe.

Qamişlo bi nav û çand, çîrok û bîranînên xwe ku di dilê her kesî de imze kiriye, tê naskirin.

Nivîskarê Kurd Faris Osman ku ji mewalîdê 1960’î ye ji Rojava TV re behsa dîroka avakirina bajrê Qamişlo dike.

Sedsal li ser damezrandia bajarê Qamişlo ku wekî parîsa biçûk û paytexta rojavayê kurdistanê bi nav û çanda xwe, çîrok û bîranînên xwe ku di dilê her kesî de imze kiriye, derbas dibe.

Bajarê Qamişlo di sala 1926’an de, ji aliyê rayedarên Mandaya Fransî ve hatiye avakirin.

Qamişlo li bakurê rojhilatê dûr ê Komara Sûriyeyê cih digire û nêzî 20 taxan di nava xwe de hildigire û hemû pêkhate û çandên cuda di nav xwe de hembêz dike.

Ev cihêrengiya civakî û çandî di avakirina nasnameya taybet a Qamişlo de roleke girîng lîstiye

Dema navê Qamişlo tê gotin destpêkê çemê Ceqceq dikeve bîra mirov de her wiha malên xweda – bazarên cur bi cur, Serhildana 12’ê Adarê û hunermend û kesayetên navdar mîna Cegerxwîn, Mihemed Şêxo û Aram Dîkran tên balê.

Li gorî amarên Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo di sala 2026’an de 455,000 lênûsên malbetî hatine belgekirin, Lê îro zehmet e ku hejmara rast a welatiyên Qamişlo were diyarkirin. Ew jî ji ber guherînên demografîk û koçberiya ku di van salên dawî de li herêmê rû daye.

Nivîskarê bi navê Faris Osman ku ji mewalîdê 1960’î ye ji Rojava TV re behsa dîroka avakirina bajrê Qamişlo dike

Share This Article