PARASTINA EKOLOJIYÊ STÛNEKE SEREKE YÊ PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E

Rojava Tv
2 Min Read

Derbarê Girîngiya Parastina Jîngehê û Roja Jîngehê ya Cîhanî Xelkên Qamişlo gotin divê her kes xwedî li parastina Jîngehê derkeve .

Di heman çarçoveyê de jî endama Platforma jin a Ekolojî li bakur û rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku Sedema Qirêjiya Jîngehê kêmbûna Berpirsyariyê li hember Parastina Hawîrdorê ye .

DUB

Neteweyên Yekbûyî roja 5 ê Hezîrana 1972 an wek Roja Jîngehê ya Cîhanê ragihand. Ji wê dîrokê ve heta niha her sal ev roj wek roja parastina jîngehê tê pîrozkirin .

Di çarçoveya parastina jîngeh û xwezayê de û ji bo vejandina qada keskahî ya bajêr, Desteyên Jîngehê yên herêmê li gor derfetên heyî hewl didin rûberên kesk Berfireh bikin .

Xelkên Bajarê Qamişlo Gotin ku divê roja Jîngehê weke cejnekê were pîroz kirin her wiha destnîşan kirin ku divê Her kes xwedî li parastina Jîngehê derbikeve .

endama Platforma jin a Ekolojî li bakur û rojhilatê Sûriyê Bêrîvan omer têkildarî girîngiya Roja Jîngehê, û Pirojeyên di demên pêş de yên ji bo parastina Jîngehê nirxandin kir .

Bêrîvan omer destnîşan kir ku Sedema Qirêjiya Jîngehê kêmbûna Berpirsyariyê li hember Parastina Hawîrdorê ye.

Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê projeya neteweya demokratîk a ku xwe dispêre avakirina civakeke exlaq û polîtîk wekî bingeha meşandina xebatên xwe digire dest. Parastina ekolojiyê lingekî sereke yê projeya neteweya demokratîk e.

Share This Article