Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star li Lubnanê ji bo bîranîna salvegera 44`emîn a berxwedana dîrokî ya 14`ê Tîrmehê civînek li dar xistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê PYD`ê Xalid Xalid behsa paşxaneya dîrokî ya berxwedana 14ê` Tîrmehê û polîtîkayên li dijî çalakvanên Kurd li Zindana Amedê hatine meşandin kir.
Xalid diyar kir ku ev berxwedan xalek girîng bû di dîroka têkoşîna gelê Kurd de.
Nûnera Koordînasyona Kongra Star li Lubnanê, Leyla Efrîn jî diyar kir ku berxwedana 14`ê Tîrmehê ne tenê greva birçîbûnê bû, lê destaneke dîrokî bû ku îradeya girtiyan li hember hewldanên jiholêrakirina nasname nîşan dide.
beşdarên civînê jî diyar kirin ku berxwedana 14`ê Tîrmehê bûye yek ji qonaxên dîrokî yên herî berbiçav di têkoşîna gelê Kurd de.
