PIROJEYA ZIFTKIRINA RÊYA QAMIŞLO Û DÊRIKÊ DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Yekîtiya Şaredariyan ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Kompaniya Şemal dest bi mezintirîn, Projeya firehkirin û ziftkirina rêya di navbera Qamişlo û Dêrikê de bi dirêjiya 100 kîlometreyan kirin.

Ev piroje di Sibata 2022’an hatibû destpêkirin, Lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gelek caran hat rawestandin.

Ji destpêka sala 2025’an ve tîmên ku di projeyê de dixebitin, careke din dest bi berdewamkirina pirojeyê kirin.

Ev piroje ji duyemîn pirojeyên herî mezin e yên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hevkariya Kompaniya şemal daye destpêkirin, li gor aliyên peywendîdar lêçûna wê 22 mîlyon dolar e.

Ev piroje xizmeta zêdetirî 500 gund û gelek bajaran wekî Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişlo, dike. Li gorî berpirsên pirojeyê wê nêzî sê salan dewam bike .

Share This Article