Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Hesekê der barê neteweya demokratîk û pratîkên wê di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de panelek li dar xist.
Panel bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û leşkerî û rêxistinên jinan, li hola Marbêla ya taxa Til Hecer a Hesekê li dar ket.
Di panelê de 3 mijarên netew dewlet, neteweya demokratîk û jinên di rêveberî û neteweya demokratîk de atin nîqaş kirin.
Beşdarên panelê gotin Netew Dewlet nebû bersiv ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re, Her wiha beşdaran der barê neteweya demokratîk û rêbazên çareserkirina pirsgirêkên herêmê de, destnîşan kirin ku felsefeya Neteweya Demokratîk bingeha yekitiya gelan e.
PYD’Ê BI PANELEKÊ NETEWA DEMOKRAT NÎQAŞ KIR
