HIKUMETA VEGUHÊZ A SÛRIYÊ RÊYA DÊR HAFIRÊ GIRTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hikumeta veguhêz a Sûriyê duh danê êvarê, rêya di navbera Heleb-Reqayê ya li nêzî rojavayê Dêr Hafirê girt û heya niha sedema girtina rê nehatiye zanîn.

Girtina rê bû sedem ku qerebalixiyek mezin li nêzîkî xala kontrolê ya hêzên Hikûmeta Veguhêz çêbibe.

Her weha şîrketên veguhastin û barkirinê neçar kirin ku ber bi rêya Esirya yê ve biçin û di wir re derbas bibin

Hevseroka Meclisa Sivîl a Dêr Hafirê Meha El Xelef diyar kir ku bi sedan rêwiyên li ser rê li benda derbasbûnê mabûn jî, neçar man vegerin.

Li gorî ku Ajokarekî ku li ser rêya Heleb-Dêr Hafirê asê maye, ji ajansa Hawarê re diyar kiriye, endamê komên girêdayî hikumeta veguhêz beramberî derbasbûna her erebeyekê 100 dolar xwastine.

Share This Article