Weke îro di 15’ê Îlona 2014’an de, Çeteyên DAIŞ’ê ji sê eniyan ve berê hovîtiya xwe dan Kobanê.
Lê Gelê Kobanê û zarokên kurdistanê di 134 rojan de destaneyên qehremanî û lehengiyê nivîsandin.
Hervserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Xidir Mihemed û Endama Kombûna Jinên Zenûbiya Hêvî Mihemed ji Rojava Tv re behsa kêliyên êrîşa çeteyên DAIŞ û berxwedana gelê kobanê kirin.
DI SER ÊRÎŞA ÇETEYÊN DAIŞ’Ê YA LI DIJÎ KOBANÊ DE 10 SAL DERBAS BÛNDi ser berxwedana Kobanê ya li dijî terora herî xetrnak li cîhanê çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk de, 10 sal derbas bûn.
Weke îro di 15’ê Îlona 2014’an de, Çeteyên DAIŞ’ê ji sê eniyan ve û bi hişmendiya erdoxanî êrîşeke dijwar birin ser Kobanê ,Gelê Kobanê, ji jin û zarok ji ber dijwariya êrişan neçarî koçberiyê man û berê xwe dan Bakurê Kurdistanê .
Tevî koçberiya hat jiyîn jî gelek jin, ciwan û mêrên ji Kobanê biryara berxwedanê ji bo parastina warê xwe dan ku li gel şervanan bimînin û piştgiriya wan bikin.
kurd û kurdistanî li bajarê kobanê di 134 rojan de destaneyên qehremanî û lehengiyê nivîsandin û mohra xwe li dîrokê xistin.
Derbarê berxwedana sedsalê ya Kobanê, Hervserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Xidir Mihemed ji Rojava Tv re behsa kêliyên êrîşa çeteyên DAIŞ û berxwedana gelê kobanê kir.
Endama Kombûna Jinên Zenûbiya Hêvî Mihemed jî da zanîn ku, bi sedean ciwanên kurdistanê û herêmê bi hawara kobanê ve rabûn, û kobanê bû cihê yekem ya şikandina terorê.
Di çeleya 2015’an de Yekîneyên Parastina Gel YPG û Yekîneyên Parastina Jin YPJ, gel û kesên dilê wan ji bo kobanê lêdidan berxwedaneke bêhempa nîşan dan û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin.
