Desteya rêveberiya xwecihî û şaredariyan a kantona Reqayê ziftkirina rêyên ku gundewar û bajarokan bi hev girê didin, didomîne.
Deste di çarçoveya pêkanîna pilanên xwe yên sala 2024’an de gelek projeyan dibe serî.
Yek ji projeyan jî, ziftkirina rêyên ku gundewar û bajarokên sereke bi hev girê dide.
Ev proje di 27 tebaxê de hate destpêkirin û xebatên cîbicîkirina wê niha dewam dikin.
Her wiha di nav projeyên desteyê de çêkirina pira reqa ya kevin jî heye.
Serokê komîteya çavdêrîyê ya rêveberiya xwecihî û şaredariyên kantona Reqayê Salih El hemîd diyar kir ku, 259 hezar dolar ji bo temamkirina projeyan hatine terxankirin.
PROJEYÊN XIZMETGUZARIYÊ LI KANTONA REQAYÊ TÊN CÎBICÎKIRIN
