PROJEYA SERERASTKIRIN Û AVAKIRINÊ LI BAJARÊ DÊRIKÊ DESTPÊKIRIYE

Rojava Tv
1 Min Read

Bi ermanca sererastkirina riyên taxan û ji nûve avakirinê, hewildan û amedekariyên mezin têne kirin.

Ev der kolanên taxa cûdî ya bajarê dêrikê ye ku li vê taxê derdora 350 malbatan jiyana xwe bi rê ve didin.

Daxwaza şêniyên taxê ew e ku riyên xirabe bên sererastkirin û xaneyên sewalan wer in dûrxistin, da ku karibin ruxsetekê werbigrin û malan ji nû ve ava bikin.

ji aliyên peywendîdar û şaredariyê hatiye xwestin ku çareseriyê ji vê pirsgirêkê re bibînin û pirojeya sererastkirinê bighînin serî.

Ev demeke dirêje ku gazinên şêniyan derbarê vê pirojeyê de hene, lewma şaredariya gel a bajarê dêrikê û komîna taxê hewil didin ku vê pirsgirêkê çare bikin.

Hovserokê Şaredariya Gel a Bajarê Dêrikê Ciwan Hesen ji Rojava Tv re dibêje ku wan û komîna taxê komîteyek avakirina da ku taxê paqij bikin û gazinên şêniyan bi cih bînin.

Li gorî şaredariya bajarê Dêrikê piştî bidawîkirina pirojeyê, her kes dikare ruxsetê werbigire û dest bi avakirinê bike.

Share This Article