Yekitiya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê ya taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd, bi daxuyaniyekê dorpêça li ser van taxan şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dorpêçkirina taxên sivîlan, astengkirina ketina madeyên pîşesaziyê û astengkirina veguhastin û bazirganiyê, bûye sedema girtina tevahî ya kargeh û atolyeyan, hilweşîna tevgera bazirganî û pîşesaziyê û zêdebûna rêjeya bêkariyê.
Her wiha hate gotin ku dorpêçkirinê zirar daye bazirganiya bi parêzgehên din ên Sûriyeyê re ku ev yek ji bo aboriya neteweyî bi tevahî windahiyek e, ne tenê ji bo wan taxan.
Yekitiyê di dawiyê de bang li hikumet û rayedarên têkildar kir ku tavil û bê şert û merc dorpêçê rakin, rêyan ji bo tevgera bazirganî û pîşesaziyê vekin û pêdiviyan peyda bikin.
