Welatê me Kurdistan bi xwezaya xwe wekî buhuştê ye, bi taybet bi hatina buharê re rengê Kesk li xwe dike û çav ji dîtina rengê kulîlkên wê têr nabe.
li aliyekî pezkovî pez bera deşta çiyayan dide û tabloyeke xweşik radixe pêş çavan, ev dîmenê ku em ê niha derxînin ser ekranê, dîmenên çiyayê Qereçox in, ku dikeve Rojavayê bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê.
dema ku mirov diçe jora çiyayê Qereçox xwezaya Kurdistanê ji dûr ve xuyadike û mirov xweziya xwe tîne ku her û her di nava xwezaya Kurdistanê bigere.
