PEYMANA CIVAKÎ DÊ NEXŞERÊYA XEBATÊN RÊVEBERIYA XWESER DIYAR BIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Peymana Civakî ji 99 madeyan pêk tê û dê bibe bingeha xebatên Rêveberiya Xweser.

Komîteya Berfireh a Sazkirina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser piştî bidawîkirina nîqaşan, reşnivîs radestî Encumena Giştî kir.

Em hinekî naveroka peymana Civakî û qonaxên wê bibînin.

Peymana Civakî ya ku biryar e di çend rojên pêş de bê erêkirin û bendên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin, dê nexşerêya xebatên Rêveberiya Xweser diyar bike.

Peymana Civakî yasa û zagonên birêvebirinê û mafên tevahî beşên civakê diyar dike.

Li hemberî sîstemên welatên desthilatdar û sermayedar ku nêrînên gelan paşguh dikin, derdikeve.

Peymana Civakî bi beşdariya nêrînên tevahî alî, pêkhate, bawerî û beşên civakê tê sazkirin.

Rêveberiya Xweser jî ku xwe dispêre paradîgmaya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan, Peymana Civakî kire bingeha xebatên xwe.

Yekemîn car Peymana Civakî di sala 2014’an de ji bo kantonên Cizîr, Kobanê û Efrînê hate danîn.

Lê piştî rizgarkirina herêmên Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê pêwîstî bi berfirehkirina peymanê hate dîtin.

Ji lewre Rêveberiya Xweser destpêka sala derbasbûyî dest bi amadekirina reşnivîsa Peymana Civakî kir.

Peyman ji 4 beşên sereke û 99 madeyan pêk tê.

Piştî sazkirina reşnivîsê, Rêveberiya Xweser li her 7 herêmên xwe, bi gel, rewşenbîr, siyasetmedar, oldar û aliyên cuda re bendên peymanê nîqaş kir.

Piştî bidawîbûna nîqaşan, komîteya amadekirina Peymana Civakî, peyman radestî Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser kir.

Rêveberiya Xweser diyar dike ku peyman ji guhertinan re vekiriye û bendên wê bi daxwazên gel têne guncandin.

Tê çaverêkirin ku di çend rojên bê de Encumena Giştî biryara dawiyê li ser Peymana Civakî bide.

Share This Article