PÊŞENGEHA BERHEMÊN JINÊN ASTENGDAR LI KOBANÊ HAT VEKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Desteya Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê Li bajarê Kobanê pêşangeha berhemên jinên astengdar vekir.

Pêşengeh bi dirûşmeya “Bi îradeyê astengî tune ye” ji aliyê Desteya Kar û Barê Civakî ya herêma Firatê ve li Saziya Astengdariyê hat li dar xistin.

Di pêşangehê de cil û bergên ku ji aliyê bi dehan jin û zarokên astengdar ve hatine dirûtin û karên destan, hatin pêşandan.

Rêvebera Nivîsgeha Jinan a Desteya Kar û Barên Civakî Emîra Elî di pêşangehê de axivî û bal kişand ser projeyên ku ji bo jinên astengdar ên li herêmê vekirine.

Hêjayî gotinê ye ku Pêşangeh tenê rojekê dê dewam bike.

Share This Article